Îran: Bi DYE’yê re danûstandin tune ne

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî diyar kir ku bi Washingtonê re danûstandin nayên kirin û anî ziman ku danûstandina peyaman nayê wateya danûstandinê.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî daxuyand ku di navbera Îran û DYE’yê de tu danûstandin tune ne.

Wezîr Abbas Arakçî diyar kir ku peyamên ku bi navbeynkarên cûrbecûr têne şandin "nayên wateya danûstandinê" û anî ziman ku Tehran niyeta wê tune ku rasterast bi DYE’yê re danûstandinan bike.

Abbas Arakçî da zanîn ku rêveberiya welêt pêşniyarên aştiyê yên heyî dinirxîne û îdia kir ku DYE di şer li dijî Îranê de negihîştiye armanca xwe. Arakçî destnîşan kir ku di nava van armancan de bendewariya serketinek leşkerî ya bilez û guhertina rejîmê hene.

Arakçî rola DYE’yê ya li herêmê rexne kir û diyar kir ku Washington tevî hebûna leşkerî jî nikare hevalbendên xwe yên li Rojhilata Navîn biparêze û bang li cîranên Îranê kir ku ji DYE’yê dûr bikevin.